PeyamaKurd – Piştî lihevkirina Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser agirbesta daîmî û entegrasyona leşkerî, piştgiriya navneteweyî her ku diçe zêde dibe.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, ev peyman wekî "gaveke mezin" ji bo pêşeroja Sûriyeyê pênase kir û ragihand ku ev lihevkirin garantiyên siyasî û ewlehiyê dide hevkarên wan ên Kurd.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî bi peyamekê pîrozbahî li Ehmed el-Şera û Mezlûm Ebdî kir û soz da ku Parîs dê hemû piştgiriya dîplomatîk ji bo serkeftina vê proseyê pêşkêş bike.
Li aliyê din, Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn, Hamish Falconer, bixêrhatina yekkirina saziyên leşkerî û sivîl kir û destnîşan kir ku ev pêngav ji bo vîzyona "Sûriyeyeke yekgirtî û aram" mifteyeke bingehîn e.