PeyamaKurd – Fransa bo pêwendiyên înternetê li Îranê baş bike, li ser îhtîmala şandina termînalên Eutelsatê difkire. Wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot ragihand ku temamê îhtîmalên di destê wan de ne, li ser wan difikirin.
Dewleta Fransayê her çendîn dixwaze destekê bide civaka Îranê jî, ji ber givaşên Yekîtiya Ewrûpayê li ser Îranê dewam dikin, di dana biryarê de ketiye nav zahmetiyan.
Parlementera Partiya Kesk (EELV) Christine Arrighi di civîna meclisa netewî ya Fransa de axifî û li ser şandina termînalên Eutelsat bo Îranê, pirsê ji wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir. Barrot got:
“Em li ser temamê bijarteyên li ber xwe lêkolînan dikin û bijarteya ku tu jî dibêjî di nav wan de ye.”
Berdevkê wezareta karên derve yê Fransayê Pascal Confavreux, di civîna çapemeniya heftê de pirsên rojnamevanan bersivand û got:
“Em dixwazin destekê bidin civaka sîvîl ya Îranê. Wezîr Barrot çareseriya di rêya operatora Eutelsat de, bo berjewendiyên dezgeyên sîvîl yên Îranê, ji me xwest ku bo girêdana înternetê bibe, em li serê rawestin.”
Wezîr, ferman da me ku em li hemberê her îhtîmalê amade bin. ‘Her îhtîmal’, di heman wextê de, tê vateya mudaxeleya ji derve de jî û ew devera ku em naxwazin têkil bibin, dibe talûka li deverê derkeve asteka bilind jî.
Confavreux, her weha ragihand ku her çendîn di jimara miriyên li Îranê de, rêjeyên cuda bo wan diçin jî, heya niha di ser 2 hezarî de kes li Îranê can dane.