Koalîsyona Navdewletî 76 kamyon û alavên leşkerî şand Rojavayê Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Koalîsyona Navdewletî 76 kamyon û alavên leşkerî şand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Koalîsyona Navdewletî 76 kamyon û alavên leşkerî yên lojîstîk yên nûh şand Rojavayê Kurdistanê. Li gor ragihandina SOHRê; ev konwoy ya herî mezin ya sala 2026a ye.

Koalîsyon 70 kamyon û 6 alavên zirxî yên tîpa Bradley di deriyê El Welîd de şand Rojavayê Kurdistanê. SOHRê ragihand ku di nav wan de, erebeyên sergirtî hene.

Konwoy, çû bajarê Hasekiyê baregeha bi navê Qesrikê.