PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo rûdanên di asta bilind de û li ser krîza Sûriyê hevdîtin bike, bi balyozê Fransayê yê Iraqê bi Patrick Durel re civiya.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bo şerê li Helebê raweste, bi temamê aktoran re dîplomasiyê dimeşînin. Di hevdîtinê de Barzanî got ku temamê rûdanên li herêmê dişopînin û dewam kir:
“Em wekî Herêma Kurdistanê, bo mafên milletê Kurd yê Sûriyê û temamê pêkhateyên Sûriyê, em ê desteka xwe dewam bikin. Dema li Helebê şer destpêkir, bo parastina îstîqrarê û rawestandina şer, bi temamê terefan re me têkilî danî û hewlên me hêjî dewam dikin.”
Nêçîrvan Barzanî û balyozê Fransayê Durel re behsa endîşeyên xwe yên li Rojhilata Navîn kirin û gihan wê fikrê ku pirsgirêk bi şer çareser nabin û divê di rêya dîplomasiyê û diyalogê de çareser bibin.
Di hevdîtinê de her du teref li ser rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartina serokkomar û serokwezîr û bo di pêvajoya îzna destûrê de temam bibin û bo hukumetekî xwurt ava bikin, hêviyên xwe ragihandin.
Her weha li Erbîlê divê kabîna herêma Kurdistanê bê avakirin.
Mijareka dinê ya hevdîtinê li ser pêvajoya aştiya Tirkiyê bû. Balyozê Fransayê rola Nêçîrvan Barzanî ya di aştiya Tirkiyê de bilind nirxand û ragihand ku wê desteka stratejîk ya Fransayê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bike.