Hêzên Îranê li Tehranê jinekî û xortekî Kurd kuştin

Dîroka Weşanê :
Hêzên Îranê li Tehranê jinekî û xortekî Kurd kuştin

PeyamaKurd – Li payîtexta Îranê li Tehranê jinekî û xortekî Kurd yên ji bajarê Bokanê bi guleyên asayîşa Îranê hatin kuştin. Dezgeyên mafên miroavan radigihînin ku heya niha jimara kuştiyên li Îranê gihaye 2500 kesan.

Ajans Press a Kurdistanê ragihand ku di çalakiyên li Tehranê de, hêzên ewlehiya Îranê bi guleyan rast e rast li çalakvanan xistine.

Her dû Kurdên ji Bokanê li Tehranê hatine kuştin Siyaweş Şêrzad û Zara Mûradî ne. Siyaweş Şêrzad li bajarê Kurdistanê li Bokanê li taxa Alî Awa niştecîh bû lê li Tehranê dixebitî. Şêrzad roja Pêmşemê di çalakiyan de birîndar bû û paşî jiyana xwe ji dest da.

Zara Mûradî, ji bajarê Bokanê ji gundê Hesarî bû û bo xebatê ew jî li Tehranê bû. Li taxa Serê di wexta çalakiyan de, roja Pêncşemê, bi xalê xwe û pismamê xwe re birîndar bû û paşî ji ber birîna xwe ya xedar jiyana xwe da.

Ajansa Nûçeyan ya Mafên mirovan (HRANA) rêjeyên dawiyê belav kir. HRANA got:

“Ji destpêka çalakiyan heya niha 2,403 kes jiyana xwe ji dest dane. 147 kes ji hêzên asayîşêne û yên mayî 12 ji wan zarok, hemû hemwelatiyên sîvîlin. Birînên 134 kesan giranin. 18 hezar û 434 kes di bin çav de ne. Îfadên 97 kesan bi zorê hatiye sitendin.”