Trump Îranê bi leşkeran tehdîd kir

Dîroka Weşanê :
Trump Îranê bi leşkeran tehdîd kir

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku leşkerên DYAyê gihane herêmê û bi wan Îrane tehdîd kir:

“Me hinek leşkerên xwe şand herêmekî nêzî Îranê. Înşallah em mecbûr nemînin leşkeran bikarbînin. Leşkerên me gihane herêmê lê berya her tiştî em dixwazin em şer nekin. Deriyê me bo dîplomasiyê vekiriye.”

Trump, daxwuyaniya xwe di wexta nîşandana fîlma belgeyî ya li ser jiyana Trump û hevjîna wî Melania Trump de da.

Lê piştî daxwuhyaniya Trump artêşa Îranê pesnê xwe da û got ku temamê baregehên leşkerî û keştiyên şerî yên Amerîkayê di nav menzîla fuzeyên Îranê de ne.

Artêşê got ku eger şerekî bibe wê di wextekî kurt de neqede û gelek qelsiyên leşkerî yên Amerîkayê hene.

Welatên YEyê jî duhî artêşa Îranê xistibû nav lîsta terorê.