PeyamaKurd – Şeva borî barana xwurt li bajarê Mersinê bariya û li seranserê bajêr lehî rabû û ava çem û newalan bilind bû. Erebeyên di rê de ketin ber pêlên lehiyê. Barana zêde kir ku ava Newala Mezitli û Teceyê bilind bibe û zerarê bide der û dorê.
Ava lehiyê ket nav hinek xaniyan, zerarê da malan û kargehan. Tîmên şaredariyê dixebitin da avê tehliye bikin û li herêmê paqijiyê bikin.
Rayedar hişyariyê dan milletê da xwe ji ber newalan û ciyên kûr dûr bihêlin bi taybetî di wexta barana zêde de.