Greva Elewiyên Sûriyê di roja 5emîn de bidawî bû

Dîroka Weşanê :
Greva Elewiyên Sûriyê di roja 5emîn de bidawî bû

PeyamaKurd- Piştî bangên serokê Encûmena Îslama Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê Şêx Xezal Xezal ku li dijî komkujî û binpêkirin mezhebperestî kiribû, greva ‘Rûmetê’ li bajarên peravê yên Sûriyê dest pê kiribû.

Greva Elewiyên Sûriyê li bajarên peravê di roja xwe ya pêncemîn de bidawî bû. Di maweya grevê de Elewîyên Sûriyê piştevaniya xwe bo Şêx Xezal nîşan dan û dikanên xwe venekirin.

Greva Rûmetê li bajar û gundên Laziqiyê, Humis, Ceblê, Tartûs, Safîta, Dirêkîş û Misyafê pêk hat.