PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas ku ji bo vekirina Konsulxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye, ligel berpirsên Kurdistanê civiya.
Michael Rigas, piştî hevdîtinên ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesûr Barzanî di dema vekirina konsulxaneyê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hate qebûlkirin.
Serok Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Birêvebirin û Çavkaniyan Michael Rigas re civiyan û li ser pêwendiyên bihêz ên herdu aliyan axivîn.