Ukraynayê boriya petrolê ya Rûsî teqand

Dîroka Weşanê :
Ukraynayê boriya petrolê ya Rûsî teqand

PeyamaKurd- Du çavkaniyên nediyar ên ji Saziya Giştî ya Îstixbaratê (GUR) ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihandin ku Ukraynayê li herêma Tambov ya Rûsyayê êrîşî boriya petrolê ya Druzhba kir.

Hate gotin ku ev êrîş, êrîşa 5emîn e li ser boriya ku petrola Rûsî digihîne Macarîstan û Slovakyayê.

Medya Ukraynayê nivîsî ku di êrîşê de madeyeke teqîner a bi kontrola ji dûr ve hatiye bikaranîn.

Lê belê, operatora boriya Slovakî û şîrketa petrol û gazê ya Macarî ragihand ku herikîna petrolê bi rêya Druzhba bi awayekî normal didome.