PeyamaKurd- Şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê li Bexdayê ligel berpirsên Iraqê civiya û peyama wezareta derve ya Amerîkayê gihandin Iraqiyan ku Amerîka li ser hilweşandina komên milîs li Iraqê de, bi israr e.
Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê ragihand, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya da ku têkiliyên di navbera Iraq û Amerîkayê de baştir bikin.
Balyozxaneyê diyar kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Robio tekezî li ser wê kiriye ku divê komên milîs ên ser bi Îranê li Iraqê bên hilweşandin ku serweriya Iraqê binpê kirine û çavkaniyên Iraqê bo Îranê talan dikin.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e berpirsên Amerîkayê daxwaza hilweşandina komên milîs ên Îranê yên li Iraqê dikin.