PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê, li nêzî girava Farsê ya li Kendava Besrayê, dest danîye ser du keştiyên ku zêdetirî milyonek lître sotemeniya qaçax vediguhestin.
Hate diyarkirin ku 15 endamên muretebatê yên biyanî di wan keştiyan de hatine binçavkirin.
Fermandarê Herêma 2yan a Hêzên Deryayî Heyder Huneryan Mucerred da xuyakirin, sotemeniya desteserkirî radestî Şirketa Belavkirina Berhemên Petrolê hatiye kirin da ku vegere nava çerxa belavkirina yasayî. Herwiha destnîşan kir ku her 15 kesên binçavkirî ji bo karûbarên yasayî sewqî meqamên dadweriyê hatine kirin.