PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Trump yê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner beryas muzakereyên bi Îranê re destpêbikin çûn payîtexta Qatarê Dohayê. TV ya Qatarê ya bi navê Al Jazeera di nûşeyên xwe de cîh da agahiyan.
Ragihandina çûn a her dû pisporan ya bo Qatarê ji aliyê kesekî di Koşka Sipî ya DYA de hatiye ragihandin lê nexwestiye kes navê wî/wê bêje.
Muzakere bi îhtîmalekî mezin wê di 6ê Sibatê de li Ummanê dê destpêbikin.
DYA û Îsraîl Îranê bi çêkirina çekên nuklerî tewanbar dike lê Îran bergiriya xwe dike û dibêje ku ew nuklerê bo enerjiya elektrîkê bikartîne.