PeyamaKurd – Li dewleta Hollanda aşkera bû dê kî di kabînê de bibe wezîr û musteşar. Seroka VVD Dilan Yeşilgöz, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku kîjan partî dê di hukumeta nûh de, dê çi karî bike.
Yeşilgöz ragihand ku wê di hukumeta nû de cîgirê serokwezîr û wezîra bergiriyê be. Di koalîsyonê de wê lîderê D66 Rob Jetten bibe serokwezîr. Wê lîderê CDA Henri Bontenbal di hukumetê de cîh negre lê wê grûba Bontenbal serokatiya meclisê bike.
Di hukumetê de partiyên wezîfe girtine wehane: 7 wezaret yên D66, 6 wezaret yên VVD û 5 wezaret jî yên CDA ne.
VVD ragihand ku Dilan Yeşilgöz-Zegerius wezîra bergiriyê, Eelco Heinen wezîrê darayî, David van Weel wezîrê dadê û ewlehiyê, Thierry Aartsen wezîra xebatê, Vincent Karremans wezîrê av ahiyên esasî û rêvebiriya avê, Sophie Hermans wezîra tenduristiya gel, refah û werzişê dê bigre ser xwe.