Hejmara miriyên sewata Hong Kongê gihîst 151 kesan

Dîroka Weşanê :
Hejmara miriyên sewata Hong Kongê gihîst 151 kesan

PeyamaKurd- Hejmare miriyên şewata Hong Kongê ku 26ê Mijdarê di sîteyeke mezin a zêdetirî 4 hezar kes tê diman rû dabû de, gihîşt 151 kesan.

Şewat li avahiya 31 qatî ya bi navê "Wang Fuk Court" çêbûbû û li 6 avahiyên din jî belav bûbû.

Polîsê Hong Kongê Tsang Shuk-yin ragihand ku hîn zêdetirî 40 kes winda ne û heta niha 13 kes bi gumana sedema şewatê hatine binçavkirin.

Tsang got, ji ber ku "hin term bûne ax û ar", dibe ku nikaribin nasnameya hemû kesên winda diyar bikin.

Sekreterê Serekî yê Karên Îdarî yê Hong Kongê Eric Chan, jî diyar kir ku şirketa nûjenkirinê materyalên ne-standard bikar anîne û ew ji çavdêran veşartine. Hat gotin ku însulasyona kefî ya hatiye bikaranîn agir geş kiriye û sîstemên alarmên agir ên li kompleksê jî rast nexebitîne.

Ev şewat, weke şewata herî kujer a li Hong Kongê piştî bûyera 1948an (ku 176 kes tê de miribûn) hate tomarkirin.