PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê roja Şemiyê ji Washingtonê xwest ku rêz li serweriya neteweyî ya Venezuelayê bigire û hişyarî da "encamên cidî" yên ji ber zêdebûna çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Karayîban.
Di daxuyaniyekê de, Berdevkê Wezaretê Îsmai Baqeyî tekez kir ku "gefên bikaranîna hêzê li dijî hikûmeta rewa û hilbijartî ya Venezuelayê binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye." Wî her wiha destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî û sekreterê wê yê giştî di pêşîlêgirtina gefên li ser aştî û ewlehiya navneteweyî de têk çûne.
Baqeyî bi balkişandina ser gelek raporên navneteweyî yên ku êrîşên Amerîkayê yên li ser keştiyên masîgiran wekî "kuştinên kêfî û bêdadgeh" bi nav dikin, daxwaz kir ku operasyonên li dijî narkotîkê yên ku "serweriya Venezuelayê binpê dikin" demildest bên bidawîkirin.
Di du mehên dawî de, hêzên Amerîkayê herî kêm 21 keştî yên ku tê îdiakirin narkotîk ji Amerîkaya Başûr vediguhezînin Dewletên Yekbûyî, girtine. Di wan êrîşan de herî kêm 80 qaçaxçiyên ku tê îdiakirin hatine kuştin, di heman demê de du kesên saxmayî jî bo welatên xwe, Ekvador û Kolombiyayê, hatine vegerandin.