Rûsya amade ye hevkariya bi Iraqê re bidomîne pistî hilbijartinên parlamentoyê

Dîroka Weşanê :
Rûsya amade ye hevkariya bi Iraqê re bidomîne pistî hilbijartinên parlamentoyê

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê amadebûna xwe ji bo berdewamiya hevrêzî û hevkariya piralî bi hevkarên xwe yên Iraqî re dubare kir, ev yek piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê hat.

Di civîna xwe ya heftane ya rojnamevanî de, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarovayê li ser hilbijartinên dawî yên Iraqê axivî. Wê destnîşan kir ku hilbijartin wekî bûyerek giring di qada siyasî ya Iraqê de pêk hat, bi beşdarbûneke zêde û pêvajoya dengdanê ya bi bandor û rêkûpêk.

Zaxarovayê her wiha tekez kir ku Rûsya amade ye ku hevahengî û hevkariya xwe bi hevkarên xwe yên Iraqî re di hemû qadan de bidomîne, û hêvî kir ku encamên hilbijartinan aramî û geşedanê ji bo Iraqê bîne.