PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema li navça Xurmatûyê di wexta hilijartinê de xortên ala Kurdistanê bilind kiribûn, hêzên asayîşa Iraqê li wan şiddetê û heqaretê kiribû. Li ser gilî û bertekan kesên asayîşê ketin ber lêpirsînan û di derbarê wan de kiryarên yasayî dan destpêkirin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di qebûla Kurdên xort de got:
“Mafê hîç kesekî nîne ku heqaretê li ala Kurdistanê bike û nehêlê alê bilind bikin.
Bûyer di 11ê mehê de di wexta hilbijaretinên Parlementoya Iraqê de li bajarê Kerkûkê li navça Xurmatûyê rû dabû. Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Barzanî bi xortan re got:
“Serok Barzanî bi sedema zanyarî û wêrekiya xortan ew qebûl kiriye û sipasiya wan xortan kiriye û wan pîroz kiriye.”
Barzanî di hevdîtinê de bo xortan axaftina xwe weha dewam kiriye:
“Di rêya ala Kuırdistanê de gelek xwîn hat rêtin û bedelên giran hatin dayîn. Ala Kurdistanê ya temamê Kurda ye û mafê her Kurdiye ku bi ala xwe û bi qiymetên xelkê xwe serbilind be û ev mafê wan yê destûrî û yasayiye.”