Otomobîla polîsê trafîkê li Tirê xist: Polîsekî can da û 1 birîndar bû

Dîroka Weşanê :
Otomobîla polîsê trafîkê li Tirê xist: Polîsekî can da û 1 birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Manisa li navça Alaşehirê otomobîla polîsên trafîkê dema di rê de diçû li ser rê tırekî xist û di encamê de polîsekî can da û polîsekî jî birîndar bû.

Otomobîla ko polîs Hatice Ünal (24) dajot û li tırekî xist. Di encamê de hevalê wê yê polîs Ali Barut (34) li ciyê qezayê can da.

Hatice Ünal giran birîndar bû û ew birin nexweşxana dewletê ya navça Alaşehirê û ji wê derê jî birin zankoya Manisa ya Celal Bayar, nexweşxana Hafsa Sultanê.