PeyamaKurd – Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî di axaftina xwe ya ji bo Roja Besîcê de bi tundî îdiayên ku dibêjin Îranê bi rêya welatekî din peyam ji Amerîkayê re şandiye red kirin û got: "Ev derewên saf in."
Xamineyî bal kişand ser "şerê 12 rojî" yê bi Îsraîlê re û îdia kir ku tevî hemû çekên pêşketî, Amerîka û Îsraîl negihîştine armancên xwe û şikestineke mezin xwarine. Wî her wiha serokê Îsraîlê wekî "kesê herî nefretkirî yê cîhanê" bi nav kir.
Xamineyî destnîşan kir ku Amerîka danûstandinan tenê ji bo lawazkirina hêza Îranê dixwaze û got: "Dewleteke ku ji bo berjewendiyên xwe xiyanetê li hevalbendên xwe dike, ne hêjayî danûstandin û hevkariyê ye."