PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro (28ê Mijdarê) danê sibê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, karwanê çaremîn ê nexweşên Talasîmayê ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bo derveyî welat hat şandin.
Hemû lêçûn li ser hikûmetê ne
Di vê koma nû de 52 welatî hene ku ji nexweş, bexşer (donor) û hevalên wan pêk tên. Armanca çûyîna wan encamdana neştergeriya çandina mêjiyê hestî ye.
Wezaretê destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû xerciyên van welatiyan girtiye stûyê xwe. Di nav van lêçûnan de bilêta balafirê, cihê manê, pişkinîn, neştergerî û hemû tedawiyên din hene.
11 milyar dînar budce hat terxankirin
Hikûmetê ji bo dermankirina 140 nexweşên Talasîmayê li nexweşxaneyên xwedî pîvanên navdewletî, budceyeke taybet a 11 milyar dînarî terxan kiriye.
Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku ev prose berdewam e û amadekariyên ji bo şandina karwanê pêncem jî tên kirin.