Amerîka gelek balafirên bomberanê yên B2yê sîparîs dike

Dîroka Weşanê :
Amerîka gelek balafirên bomberanê yên B2yê sîparîs dike

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wan "gelek" balafirên bombebaranê yên cureya B-2yê îiparîş kirine. Ev balafir di 22yê Hezîranê de di êrîşa li ser tesîsên nukleerî yên Îranê yên li Fordo, Natanz û Îsfahanê de hatibûn bikaranîn.

"Potansiyela Îranê hat tunekirin"

Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser taybetmendiyên balafirên B-2yê û îdia kir ku ev balafir "bi temamî nayên dîtin (nedîtbar in)". Trump nêrîna xwe dubare kir û got ku êrîşa bi van balafiran, potansiyela nukleerî ya Îranê "bi temamî tune kiriye".

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku li kêleka balafirên ku niha di destê wan de hene, wan biryar daye ku hejmareke zêde ya B-2yan bikirin.

Amerîkayê di 22yê Hezîranê de tesîsên nukleerî yên Îranê kiribûn hedef. Di wê êrîşê de, ji balafirên B-22yê mûşekên bi qasî 6 metreyan dirêj hatibûn avêtin ku xwedî wê hêzê bûn ku di bin erdê de bi dehan metreyan kûr zirarê bikin hedef.