PeyamaKurd- Artêşa Îsraîl û Saziya Ewlehiya Hundirîn ya Îsraîl ku bi ‘Shin Bet’ raporek li ser toreke veşartî ya veguhestina diravan ji Îranê bi rêya hinek serafiyên li Tirkiyê bo Milîsên Hemasê, belav kir.
Hate diyarkirin ku ev tora veguhestina diravan a bo Hemasê girêdayî ji aliyê rêveberiya Îranê ve hatiye sazkirin ku zêdetir bi rêya kesên xelkê Xezeyê tê birêvebirin û bi vî awayî, ji navenda Tirkiyê ve, bi sedan milyon Dolar bi awayê rasterast bo Hemas û berpirsên wê tê şandin.
Li gorî raporê, gelek belge eşkere dikin ku bi sedan hezar Dolar bo milîsên Hemasê hatine şandin û ew belge ketine destê Artêşa Îsraîl û Saziya Ewlehiya Îsraîlê.
Berpirsên Îsraîlî li ser mijarê hişyarî dan ku tevî kavilbûna beşa herî zêde ya Xezeyê jî Hemas hê jî hewldanên xwe yên terorîstî li vê deverê û li asta navnetewî berdewam dike. Herwiha hatiye gotin, ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî li wan tê kirin û ev alîkariya malî ji aliyê Hemasê ve tê pêşkeşkirin daku operasyonên zêdetir ên terorîstrî li Îsraîl û cîhanê li dar bixe.