Li Qers û derdora wê berfê zorê da milletê

Dîroka Weşanê :
Li Qers û derdora wê berfê zorê da milletê

PeyamaKurd – Li bajarê Qerse û derdora Qersê berfa dibare kiriye temamê xelkê wê deverê heryekî bi awayekî ketine binê bandora berfê ya şertên wê yên neyînî.

Zarok xwe li ser berfê dişemitînin lê kesên ereban dajon nikarin di rêya xwe de herin. Berf ji do de dest bi baranê kiriye û vê êvarê bê navber dewam dike.

Di bilindahiya Qersê de, hinek erebe mecbûr man rawestiyan heya rê ji berfê paqij bikin û berf bû asteng li ber karê ajotina wan.

Li navça Sariqamîşê jî xelk gelek kêf dike ku berf zêdetir bibare da navenda şemateka berfê vekin ku xelkê wê derê şên bike û demsala zivistanê ya berfê vebe. Bi vebûna demsala çematekê ve, wê otel tije bibin, wê xwaringeh bêhtir bixebitin û rewşa aboriya navçê biguhire.