PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Şeqlawa ya bi ser bajarê Erbîlê, li nahiya Balisanê, pêşmergên ku karên xwe dikirin, brûskê li wan xist. Di rûdanê de 6 Pêşmerge birîndar bûn û rewşa yekî xerab e.
Li Herêma Kurdistanê ji ber şertên hewayê yên nexweş. Li Geliyê Balisanê brûskê li Pêşmergan xist. Rêvebirê nahiya Balisanê Şaxawan Sitkanî bo Rûdawê ragihandiye ku rûdan ber destê êvarê qewimiye û 6 Pêşmerge birîndar bûn e. Sitkanî gotiye:
“Rewşa Pêşmergeyekî nebaşe û yên din rewşa wan başe û talûka jiyana wan nîne. Wê her 5 Pêşmerge îro dagerin ser karên xwe.”
Li ser bûyerê berdevkê dezga tenduristiya devera Raperînê Taha Muhammed ragihandiye:
“Rûdan seet di 19.00an de qewimiye, brûskê li Geliyê Balîsanê li ciyê ku 12 Pêşmerge kar dikirin xistiye, me 5 Pêşmergeyan li Ranyayê di xizmeta lezgîn de derman kiriye, rewşa wan stabîle û ji ber Pêşmergeyekî giran birîndar bû, me ew şandiye nexweşxana Silêmaniyê.”