Li ber kargeha hevalê wî, bi demançê lê xistin

Dîroka Weşanê :
Li ber kargeha hevalê wî, bi demançê lê xistin

PeyamaKurd – Li bajarê Adana li navça Tarsusê zilamê bi navê Oğuz Balkış (50) li ber kargeha hevalê xwe bi demançê lê xistin û Balkış birin nexweşxanê.

0ğuz Balkış li nexweşxanê can da. Lê nasnama kesê lê xist diyar nebû.

Ber destê êvarê Balkış li taxa Ömerliyê li ber kargeha hevalê xwe rawestiyabû. Kesekî nêzî wî bû û bi demançê lê xist û reviya. Balkış giran birîndar bû.

Bi ambûlansê ew birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Polîs dixebite da nasnama gumanbar tesbît bike û ew bigre.