PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser barana li navça Çemçemalê ku bû sedema rabûna lehiyê û di encamê de 2 kes mirin ragihandin ku ew fermanê dane ciyên pêwendîdar da destek3e bidin kesên mexdûr.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got ku bi seedma lehiyê bo her 2 welatiyên can dane û gelek kes birîndar bûne, sersaxiyê da û got ku ew bi her awayî destekê didin xelkê çemçemalê. Nêçîrvan barzanî di peyama xwe de got:
“Di vê rewşa ku kes nedixwest de, bo xelkê xoşewîst yê Çemçemalê yên afetzadeyan em desteka xwe radigihînin. Dezgeyên pêwendîdar yên hukumeta herêma Kurdistanê, bo herin alîkariya afetdazeyan, ewlehiya mal û canê welatiyan temîn bikin û bo alîkariya pêwist bigihînin, tev hatine wezîfedarkirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ragihand ku lehî li Çemçemalê li nahiya Şorşê bûye sedema zerara canî. Di mal, dibistan û avahiyên giştî de xesara maddî çêbûye û ji bo mexdûriyeta wan çareser bikin, ketine nav tevgerê. Mesrûr Barzanî got:
“Ez êşa malbatên qurbaniyan parvedikim. Wezaret û dezgeyên pêwendîdar bo destekê bidin mexdûran û bi hewara wan de herin, min ew wezîfedar kir.