PeyamaKurd- Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Pira Qral Husên (Deriyê Sînorî yê Allenby) ku ji meha Îlonê ve girtî ye, dê ji bo derbaskirina alîkarî û kelûpelan ji Urdinê ber bi Şerîda Rojava û Xezeyê ve dîsa were vekirin.
Rayedarê îsraîlî da zanîn ku di hefteyên dawî de li her du aliyan, hem li aliyê Îsraîlê hem jî li aliyê Urdinê, "rêkeftinên ewlehiyê" hatine kirin û got, "Li gel vê, prosedurên lêgerîn û pêkanîna ewlehiyê yên ji bo ajokarên Urdinî û barê kamyonan hatine tundkirin û hêzên ewlehiyê yên taybet hatine peywirdarkirin ku ewlehiya deriyê sînorî misoger bikin."
Rayedarê Îsraîlî diyar kir ku piştî van rêkeftinan, "li gorî fermana asta siyasî", dê deriyê sînorî ji sibê pê ve ji bo veguhestina barên diçe Şerîda Rojava û ji wir jî ber bi Xezeyê ve ji nû ve were vekirin.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di 18ê Îlonê de li nêzî Pira Qral Husên êrîşeke çekdarî pêk hatiye û êrîşkar ajokarekê kamyonê bûye ku ji Urdinê alîkarî dibir Xezeyê. Di êrîşê de 2 leşkerên Îsraîlî can dabûn.