PeyamaKurd- Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku, di vê heftiyê de dest bi amadekirina bersivên giliyan tê kirin û ji bo yekalîkirina wan radestî Desteya Dadweriyê têne kirin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelayî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: “Li gorî qanûna komîsyonê ya hejmar 31 a sala 2019ê, 7 rojên komîsyonê hene ku bersivên giliyan ji bo Desteya Sadweriyê amade bike da ku li wê derê biryar li ser wan bê dan.”
Cumane Xelayî da zanîn, Desteya Dadweriyê jî wê di nav 10 rojên xebatê li ser giliyan biryarê bide.
Berdevka Komisyonê eşkere kir ku, heke gilî ji hêla Desteya Dadweriyê ve bên yekalîkirin, encamên dawiyê dê ji bo pejirandinê ji Dadgeha Federal re bên şandin.
Xelayî got: "Hejmara giliyên pêşkêşkirî 872 bû û encamên dawiyê dê di destpêka meha bê de bên ragihandin."
Dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê roja Yekşemê (9ê Mijdara 2025ê) û dengdana giştî jî li roja Sêşemê (11ê Mijdara 2025ê) li hemû parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin. Li gorî amarên Komîsyonê, rêjeya tevlîbûna di dengdana taybet de 82.42% bû û di dengdana giştî de jî 54.35% bû.