PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ku beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê bû, di hevpeyvîna ligel Ajansa Mezopotamyayê de, diyar kir ku her çend di mijarên leşkerî de li gel Şamê mutabaqatek hebe jî, bêyî çareserkirina mijarên esasî yên wekî destûr û tevlîbûna di hikûmeta hevpar de, peymaneke giştî ya Sûriyeyê pêk nehatiye.
Ebdî da zanîn ku daxwazên Şamê yên pêşî çareserkirina mijarên leşkerî û ewlehiyê ne û got ku ev nêzîkatî neraste, divê meseleya Kurd û mafên pêkhateyên din di destpêkê de bê gotûbêjkirin. Ebdî herwiha destnîşan kir ku "Tevlîbûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike û aramiyê bîne herêmê."
Mezlûm Ebdî diyar kir ku piştî hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara ya li Qesra Spî, hûrgiliyên civînê bi wan re hatine parvekirin û ew erênî derbas bûye. Li gorî agahiyan, Trump xwestiye ku pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diyalogê bê çareserkirin û ev yek ji aliyê heyeta Şamê ve jî hatiye qebûlkirin.
Herwiha, Ebdî bal kişand ser Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku ew jî di civînan de amade bûye, û got: "Tirkiyê hinek gazincên xwe kirine, lê vê carê zêde ne tûj bûne. Ew zimanê tuj û tehdîdê neanîne ziman. Xwestekên xwe yên çareseriyê anîne ziman."
Fermandarê HSD'ê destnîşan kir ku pirsgirêka esasî ew e ku axaftinên erênî yên di civînan de di pratîkê de pêk nayên. Her çend di mijarên leşkerî de li ber çavê aliyê Amerîkî mutabaqetek hebe jî, gavên pratîkî yên li ser tevlîbûna HSD'ê ya rêkûpêk di artêşa Sûriyeyê de hîn nehatine avêtin. Ebdî got, "Me pêşniyarên xwe yên têkildarî entegrasyona HSD’ê şand. Lê hêj bersiv nehatiye dayin. Niha em li benda bersivan e." Wî her wiha anî ziman ku heyeta hevbeş a Kurdî ya ku ji konferansê derketî, ji ber nêzîkbûna Şamê ya sereke li ser mijarên leşkerî, hêj beşdarî muzakareyan nebûye.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku çareseriya giştî ya Sûriyeyê bi guhertin û sererastkirina destûrê ve girêdayî ye. Wî xwest ku mijarên doza Kurd û mafên pêkhateyên din di destûra nû ya Sûriyeyê de bêne mîsogerkirin. Her wiha, ji bo avakirina baweriyê, Ebdî daxwaz kir ku gavên pratîkî yên baweriyê bêne avêtin, wek çareserkirina mijara vegera Efrîn û Serêkaniyê û erêkirina diplomayên xwendekaran. Ebdî got, "Em dixwazin ev pirsgirêk werin çareserkirin. Bi giştî ji bo vî îradeyek xurt gerek e. Em aliyê xwe de raber dikin, divê aliyê din jî raber bike."