Bi besdariya Mesrûr Barzanî 7 hezar xwendekar bawernamê distînin

Dîroka Weşanê :
Bi besdariya Mesrûr Barzanî 7 hezar xwendekar bawernamê distînin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro Yekşemê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmên ahenga gera 44ê ya derçûyên Zanîngeha Selahedînê tê kirin.

Birêvebirê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdilah ragihand: “Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Yekşemê 23yê Mijdara 2025an, saet 16:00 li Yarîgeha Şehîd Franso Herîrî ya Hewlêrê, ahenga gera 44ê ya derçûyên Zanîngeha Selahedînê tê kirin.”

Saman Ebdilh da zanîn ku, di vê ahengê de bi giştî nêzîkî 7 hezar xwendekaran dê bawernameyên xwe werbigirin ku 1950 xwendekarên xwendina bilind (Master û PhD) û 5032 xwendekarên qonaxa lîsansê ne.

Zanîngeha Selahedînê yek ji mezintirîn û kevntirîn zanîngehên Herêma Kurdistanê ye, ku niha ji 17 kolêj û 90 pişkên akademîk pêk tê.