Çînê moseka atomî ya bigihe Amerîkayê hilberand

Dîroka Weşanê :
Çînê moseka atomî ya bigihe Amerîkayê hilberand

PeyamaKurd- Li gorî raporên leşkerî yên Çînê, wan moşekeke nû ya bi navê "Jingli-1" dîzayn kiriye ku bi serikên atomî ve tê barkirin û dikare bigihîje Amerîkayê.

Moşeka Jingli-1, ku ji balafira bombeavêj a cureyê H-6N tê avêtin, sê taybetmendiyên bêhempa yên cîhanê bi hev re tîne: mesafeya wê gelekî dûr e (nêzîkî 8 hezar kîlometre), leza wê ji deng bileztir e (hîpersonîk) û şiyana wê heye ku çekên atomî hilgire.

Ev moşek Çînê di vî warî de dixe pêşiya Amerîka û Rûsyayê, ji ber ku moşekên Amerîkayê yên heyî kevn in û leza wan kêm e û çekên bilez ên Rûsyayê (wek Kinjal) jî mesafeya wan kurt e. Tê gotin heke balafirek Çînî vê moşekê ji rojhilatê Rûsyayê biavêje, dikare gelek bajarên Amerîkayê bike armanc.

Tevî hêza moşeka Jingli-1, di sîstema veguhastinê de hin kêmasî hene. Balafira Çînî ya H-6N ne wekî balafirên Amerîkayê yên nûjen bipêşketî ye, taybetmendiya wê ya "diyarnebûnê" (stealth) nîne û nikare xwe bi temamî ji radaran veşêre. Ji ber ku moşek bi xwe dirêj e (15 metre), divê li derveyî balafirê were daliqandin. Ji ber vê yekê, Çîn vê moşeka nû wekî çekeke demkî bi kar tîne heta ku balafira xwe ya nû û bipêşketî ya bi navê H-20 bi temamî çêbike. Dîsa jî, ev moşek jixwe wekî amûreke tirsandinê ya bihêz tê dîtin.

Bi hebûna moşeka Jingli-1, niha Çîn bûye xwediyê sê cureyên hêzê yên ji bo avêtina çeka atomî: ji bejahiyê, ji deryayê û niha jî ji asmanan. Pisporên leşkerî dibêjin, avêtina moşeka atomî ji balafirê metirsîdartir e, ji ber ku tevgera balafirê nikare bê diyarkirin û xistina wê li gorî moşekên li ser erdê hatine bicihkirin zehmetir e. Ev pêşketin, şiyana Çînê ya sînordarkirina êrîşên atomî pir zêde dike. Herwiha hatiye zanîn ku welatên Rojava çend sal in bi awayekî veşartî çavdêriya bipêşxistina vê çekê dikin.