Siûdî: Şam û HSDê bersiva hewldanên Riyad û Washingtonê dan

Dîroka Weşanê :
Siûdî: Şam û HSDê bersiva hewldanên Riyad û Washingtonê dan

PeyamaKurd- Erebistana Siûdî jî pêşwazî li rêkeftina navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir.

Wezareta Derve ya Siûdîyê ragihand: “Siûdî hêvî dike ku ev lihevkirina giştî bibe alîkar di piştgirîya proseya Sûrîyê ya ber bi aştî, ewlehî û aramîyê ve, bi awayekî ku daxwazên gelê Sûrî yê bira pêk bîne û yekîtîya wê ya niştimanî xurt bike.”

Wezaretê herwiha piştgirî hewldanên rêveberiya Sûrîyê yên ji bo parastina serwerî, yekîtî û parastina axê.

Wezareta Derve ya Siûdî bal kişand ser wê yekê ku Erebistana Siûdî bersivdana Hikûmeta Sûrîyê û HSD li hember hewldanên Siûdî û herwiha hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di çespandina aramîyê û gihîştina vê lihevkirinê de bilind dinirxîne.