Li bajarê Sakarya li ser rêya TEMê qeza: 1 mirî û 19 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Sakarya li ser rêya TEMê qeza: 1 mirî û 19 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Sakarya di buhirê de, di qeza zencîre de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 19 kes birîndar bûn. Li ser qezayê gelek ambûlans û tîm çûn ciyê bûyerê. Lê ji 19 birîndaran rewşa 3 ji wan xedar e.

Di qezayê de otobusa rêwiyan û kamyona harfiyatê û 2 otomobîl li hev ketin. Di nava birîndaran de 3 kes ji wan zarok in.

Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên li der û dorê. Paqijkirina rê û rakirina enqazan ji ser rê dewam dike.