Li Sûriyê 2 êrîsên çekdarî kirin ser leskerên Sûriyê û Amerîkayê

Dîroka Weşanê :
Li Sûriyê 2 êrîsên çekdarî kirin ser leskerên Sûriyê û Amerîkayê

PeyamaKurd – Li Sûriyê êrîş birin ser leşkerên Amerîkayê û Sûriyê lê li deverên cuda. Li Humusê li navça Tedmurê (Palmira) di wexta leşkerên Sûriyê û DYAyê dewriye digeriyan êrîş çûn ser wan. Êrîşa dinê jî li Suweydayê grûbên nerewa êrîşên dronî kirin ser çeperên leşkerên Sûriyê.

Piştî her dû bûyeran li deveran tedbîrên tund yên leşkerî hatin sitendin.

Di êrîşa li Tudmirê de nasnama kesên êrîşê ser dewriyan kirin diyar nebûye. Tê gotin ku dibe êrîş ji aliyê DEAŞê de hatibe kirin. Piştî êrîşê balafirên şer û helikopter li ser deverê digerin.

Li ser êrîşa navborî heya niha Amerîka û Sûriye daxwuyanî nedane.

Li gor ragihandina ajnasa SANA ya Sûriyê; li Suweydayê grûbên tundrew yên xebata xwe dikin, bi dronan êrîşê ser leşkerên Sûriyê kirin. Dibe ku êrîş ji aliyê grûba çekdar ya bi navê Hikmet el-Hecri de hatibe kirin lê ev tenê texmîna çapemeniyê ye.