PeyamaKurd – Îro, 29ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li nêzîkî taxa Mezzeyê ya Şamê dengê teqînekê hat bihîstin. Derbarê sedema teqînê û zirarên wê de hîna daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Rayedarên ewlehiyê ragihand ku lêpirsîna wan ji bo tespîtkirina çavkaniya teqînê berdewam dike. Ev bûyer di demekê de pêk tê ku di nava sala 2025an de li paytexta Sûriyeyê çendîn teqîn û êrîşên bi roketan qewimîne.
Bûyera herî kujer a îsal di meha Hezîranê de bû, ku di êrîşeke DAIŞê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Tê payîn ku di saetên pêş de hûrguliyên zêdetir werin eşkere kirin.