PDKyê namzedên xwe yên bo Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Komê eşkere kirin

Dîroka Weşanê :
PDKyê namzedên xwe yên bo Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Komê eşkere kirin

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî namzedên xwe yên ji bo postên giring ên li Parlamentoya Iraqê diyar kirin. Parlamenterê PDKyê Sîpan Şêrwanî ji medyaya Kurdistanê re ragihand ku di civîna îro (29ê Kanûna Pêşîn, 2025) de, Şaxewan Abdullah ji bo posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Ferhad Atruşî jî ji bo posta Serokê Koma PDKyê hatine namzedkirin.

Şaxewan Abdullah ku di serdema borî de jî heman erk bi rê ve dibir, cara duyem e ji bo vê postê tê pêşniyarkirin. PDKyê ragihand ku ji bo serkeftina namzedên xwe, ew ê bi hemû aliyên siyasî û komên Kurdî re dest bi şêwir û danûstandinan bikin. Ji bo hilbijartina Cîgirê Serokê Parlamentoyê, dengên 50%+1 ên parlamenteran pêwîst in.