PeyamaKurd – Li Şîliyê di tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de, namzetê rastgir ê tundrew Jose Antonio Kast bi rêjeyeke bilind bû serokê nû yê welêt.
Li gorî encamên ku hatine ragihandin, Kastê 59 salî ku damezrînerê Partiya Komarparêzan e, ji sedî 58.2yê dengan bi dest xist û li hemberî namzeta hevpeymaniya desthilatdar Jeannette Jaraya ku ji sedî 41.8ê dengan wergirtibû, bi ser ket.
Jeannette Jarayê encamên hilbijartinê qebûl kirin û dijberê xwe pîroz kir, her wiha Serokkomarê niha yê Şîliyê Gabriel Boric jî peyama pîrozbahiyê weşand û ji bo dewrkirina desthilatdariyê soza hevkariyê da.
Jose Antonio Kastê ku bi nêrînên xwe yên mihafazdkar, polîtîkayên ewlehiya tund û nêzîkatiya xwe ya li ser bazara azad tê nasîn, dê di 11ê Adara 2026an de bi awayekî fermî dest bi erka xwe bike.