Li welatekî Afrîkayê darbeya leskerî çêbû

Dîroka Weşanê :
Li welatekî Afrîkayê darbeya leskerî çêbû

PeyamaKurd- Leşkerên ku li welatê Afrîkayê Benînê hewldana derbeyê pêk anîn, li ser televîzyona dewletê ya ku dest danîn ser, ragihandin ku wan hikûmet fesih kiriye û Serokdewlet Patrice Talon ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Leşkerên ku xwe wekî "Komîteya Leşkerî ya Ji nû ve Avakirinê" (CMR) bi nav dikin, di saetên serê sibê de li paytext Porto Novo êrîş birin ser rûniştgeha Serokdewlet Patrice Talon. Leşkerên di bin serokatiya Alîkarê Albay Pascal Tigri de, paşê dest danîn ser kanala televîzyona neteweyî.

Tigri daxuyaniya derbeyê xwend û ragihand, wan hikûmet fesih kiriye û Serokdewlet Patrice Talon ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. Tigri herwiha da zanîn ku ew bi xwe serokê komîteya leşkerî ya ji nû ve avakirinê ye.

Balyozxaneya Fransayê ya li Porto Novoyê jî ragihand: "Welatiyên me yên hêja, hate ragihandin ku li Tesîsa Leşkerî ya Camp Guezo ya ku li nêzîkî rûniştgeha birêz Serokdewlet Patrice Talon e, dengên çekan hatine bihîstin. Ji ber sedemên ewlehiyê, heta ku rewş bi temamî zelal bibe, em we vedixwînin ku hûn li malên xwe bimînin. Em ji we re şîret dikin ku hûn di saetên pêş de daxuyaniyên fermî bişopînin û li hemberî agahiyên tên hişyar bin. Ji bo baldarî û hevkariya we spas dikin."