Rûsyayê kontrolkirina 2 gundên Ukraynayê ragihand

Dîroka Weşanê :
Rûsyayê kontrolkirina 2 gundên Ukraynayê ragihand

PeyamaKurd- Rûsyayê ragihand ku 2 gundên Chervony ên herêma Donetsk û Novodanilevka yên girêdayî Zaporizhzhia ya Ukraynayê hatine kontrol kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin, hêzên wan 2 gundên Chervony ên li herêmma Donetsk û Novodanilevka yên li herêma derdora Zaporizhzhia xistine jêr kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye, di demeke ku behsa plana Trump a aştiyê bo Ukrayna-Rûsya tê kirin de ev pêşdeçûn digel êrîşên leşkerî yên Rûsyayê yên li xaka Ukraynayê pêk tên. Rûsyayê di çend mehên dawî li eniyên rojhilat û başûr êrîşên xwe zêde kirine.