PeyamaKurd- îro 8ê Kanûnê di salvegera rûxandina rejîma Beas a Sûriyê û deshilata Beşar Esed de, wênê Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera ligel wêneyê dîktatorê rejîma berê ya Iraqê Sedam Hisên hate daliqandin.
Hate zanîn ku wêne li bajarê Tertûsê hatiye daliqandin. Di wêne de qesabê qatilê Kurdan Sedam Hisên tevî wêneyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, Mîrê Qeterê û Ehmed Şera cî digre.
Ev dîmen li ser medya civakî bi taybet di nav Kurdan de bû sedema nerazîbûneke mezin û hate şermezarkirin.
Di şîroveyan de hate gotin, rêveberiya nû ya Sûriyê ku soza azadiyê dide, çûye posterê qirkerê herî mezin ê li Rojhilata Navîn ê komkujkirina Kurdan hilgirtiye.