Hewlêr | Rojên betlaneya fermî ya sersalê diyar bûn: 10 roj in

Dîroka Weşanê :
Hewlêr | Rojên betlaneya fermî ya sersalê diyar bûn: 10 roj in

PeyamaKurd- Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku betlaneya sersalê 25ê Kanûnê li hemû dibistanên Herêma Kurdistanê dest pê dike û 10 rojan berdewam dike.

Alan Heme Seîd got: "Îsal li gorî par ezmûnên serdema yekem zûtir tên kirin (15ê Kanûnê têne kirin) û ev yek di berjewendiya xwendekaran de ye."

Wezîrê Perwerdehiyê da xuyakirin: "Ji 25ê Kanûnê ve li hemû dibistanan heta 3yê Çileya 2026an betlaneya fermî ye. 4ê heman mehê dewama asayî û serdema duyem a xwendinê dest pê dike."

Hêjayî gotinê ye, îsal milyonek û 965 hezar xwendekar li dibistanên taybet û fermî dixwînin. Salane li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekar li zêdetirî 7 hezar dibistanan perwerdê dibînin. Ji sedî 57ê dibistanan li Hewlêr û Duhokê û ji sedî 43 jî li Silêmanî û Helebceyê ne.