Li Xezzayê ji ber firtûnê 12 kes mirin û 27 hezar kon zerarê dîn

Dîroka Weşanê :
Li Xezzayê ji ber firtûnê 12 kes mirin û 27 hezar kon zerarê dîn

PeyamaKurd – Li Xezzayê ji ber firtûna Byronê 12 kes mirin û 27 hezare kon zerarê dîn. Ofîsa medyayê ya hukumeta Xezzayê rahgihand ku zerara malî û canî ji ber barana xwurt û bayê çêbûye. Rayedar ragihandin ku Îrsaîl nahêle destek here Xezzayê û lewra jî pirsgirêk her diçe kûrtir dibe.

Zerara mezin ya firtûnê bêhit li taxa El Karama û Şêx Ridwan çêbûye. Di wexta bobelatê de 13 avahî hilweşiyane û li ciyê hewandina demkî jî bi hezaran kon ketine ber ava lehiyê, di bin avê de mane û ji ber bayê xwurt perçe bûne.

Ofîsa medyayê ya hukumeta Xezzayê ragihand ku îsraîl nahêle di sînor de alîkarî derbas bibe û niha 300 hezar kon, xaniyên seyyar û karavan amade ne lê Îsraîl nahêle derbasî Xezzayê bikin û alternatîfekî nîne ku ciyên hewandina afetzadeyan amade bikin.