PeyamaKurd – Mete Sohtaoğlu yê ronamevan û ku endamêm komîta şêwra BİLGESAMê ye, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Ebdî gotiye wê HSD nê belakirin, deverên Raqa, Hasekî ,Dêrezor û el Cezîre di rêya ademî merkeziyete de bê îdarekirin û ew li ser soza xwe ya 10ê Adarê ne.
Şam, goya weka niyeta xwe ya baş nîşan dide û gotiye wê herî zêde peymanê 3 meh dirêj bikin û ji HSDê daxwaz kiriye ku temamê wîlayeta Dêrezorê heya dawiya salê bidin Şamê.