Miroglu li ser mesela “Yesil” yanî Mahmut Yildirim hisyarî da: Dixwazin derbê li astiyê bixin

Dîroka Weşanê :
Miroglu li ser mesela “Yesil” yanî Mahmut Yildirim hisyarî da: Dixwazin derbê li astiyê bixin

PeyamaKurd – Parlementerê AKPê yê berê yê bajarê Mêrdînê Orhan Miroğlu li ser xebera an gotara nivîskarê rojnama Sözcü Saygı Öztürk ku li ser kujerê dewleta Tirkiyê Mahmut Yıldırım yê bi navê kod Yeşil, nivîsandibû û belav kiribû, nivîsa wî rexne kir û hişyariyê da.

Yeşil di salên 1990an de kujerê îstîxbarata cendirmeyan yê JİTEMê bû esas navê wî Mahmut Yıldırım e ku ji xelkê navça Kanîşerê ye. Di pêvajoya hassas ya di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de Yeşil derxistin pêş û heya niha herkes ew mirî dizanibû. Madem Yeşil hebû ew 40 sale li ku derê bû? Herkes vê pirsê dike. Miroğlu dibêje:

“Yaşil telefonî Saygı Öztürk kiriye û gotiye ku gelek ber hewla kuştina Öcalan ya Şamê ketiye ku ew nekuştine. Gotiye li me îxanet hat kirin. Tenha kiryarên Yeşil ma ev tenêne? Munaqeşa bê saxe an miriye ji nûh de destpêkir. Eger sax be û karê xwe yê nîvco hiştiye temam bila bike…

Yeşil ne tenê qatilekî hevpar yê berêye her weha remza demekiye! Remzekî wisaye ku bo ew kesên li di asta fikran de dijî pêvajoya aştiyêne, jê fêde dibînin û lê xwedî dertên…Li vî welatê kesên wisa hene ku jinekî ji min re wêneyekî li ser Twitê şandiye û di wêna wê de torosekî sipî ya li serê kleşnîkof heye û estetîk hatiye kirin…”

Miroğlu dibêje normal nîne ku Saygı Öztürk îro vê nivîsê nivîsandiye û weha dewam dike:

“Di salên dawiyê de bo salên 90an tişt tên gotin. Parvekirinên li ser yuzbaşî Esad Oktay Yıldıran, di maça Amedsporê de posterên Yeşil û torosên sipî vedikin, di ser vê siyaseta berê de dixwazin siyasetê bikin û qet kêm nebûn. Kesên derbê li pêvajoyê dixin, di ser qatilên weka Yeşil de siyaseta xwe pêş dixin. Yên vêya dikin ne JİTEM lê hesabekî bi navê KAFKARe ku demekî berê ji min re wêneyê Torosa sipî şand.”

Miroğlu dibêje ku ev halê derûnî yê Sayrı Öztürk eksa xwe dide Sûriyê jî. Li wê derê kî bi çeke kî ne bi çeke diyar nîne û dibêje divê Tirkiye nekeve Sûriyê û deriyê diyalogê vekirî bihêlin…