PeyamaKurd – Wezîrê Herêmî yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Maruf serdana Xiristiyanên navçeya Koye ya Hewlêrê û goristana Hermote kir û diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî têkbirina vê çanda jiyana hevbeş e.
Roja Yekşemê, 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an, Wezîr Maruf serdana Xiristiyanên Koye û goristana Xiristiyanan a li gundê Hermote kir.
Di dema serdanê de, Aydin Maruf tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî li dijî her hewldanek ji bo hedefgirtina çanda jiyana hevbeş a di navbera komên olî û etnîkî de ye.
Hefteya borî (3ê Kanûna Pêşîn a 2025an), êrîşî goristaneke Xiristiyanan a li gundê Hermote ya Koyeyê hat kirin û çend gor hatin wêrankirin.