Naci Gorur li ser erdheja Wanê daxuyanî da

Dîroka Weşanê :
Naci Gorur li ser erdheja Wanê daxuyanî da

PeyamaKurd – Doh şev li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejek bi şîdeta 4.6 pileyî qewimî.

Di saet 22:17an de erdhejek bi şîdeta 4.6 pileyî, ku navenda wê li Tuşba bû, hat ragihandin.

Tesbît bû ku erdhej di kûrahiya 6.11 kîlometreyan de çêbûye.

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Naci Gorur diyar kir ku erdhej ji ber erdhejên Meraşê yên 6ê Sibata 2023an çêbûye.

Di postek li ser hesabê xwe yê X de, Prof. Dr. Gorur nivîsand, "Li nêzîkî gundê Derebeyê yê Wanê erdhejek bi şîdeta 4.6 pileyî çêbû. Erdhejek kêm kûr nêzîkî herêma Ercîşê bû. Derbasbûyî be. Bandora erdhejên 6ê Sibata 2023an e."