PeyamaKurd – Li ser gotara nivîskarê rojanama Sözcü Saygı Öztürk ku di rojnamê de li ser Yeşîl nivîsanidbû û goya Yeşil telefona wî kiriye jê re hinek tiştan gotiye, Oda TV di ser hesabê xwe yê Xê de nivîsekî belav kir.
Oda TV dibêje: Kî mesela Yeşil geş dike û niha dixwazin navê Sabri Ok bixin nav mijarê. Oda TV weha got:
“Kesekî ku gotiye ew bi navê kod Yeşil e û Mahmut Yıldırım e, li ser plana kuştina serokê PKKê Abdullah Öcalan ya li Şamê ku biser neketiye, ji zîndana Bursayê kesekî tevî mijarê bûye. Dibêjin ku ew kes jî Sabri Ok e, ev yek pirsa; gelo dixwazin pêvajoyê berevajî bikin? tîne bîra mirovî.
Di gotara Saygı Öztürk de behsa zîndana Bursayê de gotiye ku yekî ji zîndana Bursayê bi xwe re birine Şamê. Ma di zîndana Bursayê de tenê Sabri Ok hebû? Niha hinek hêzên reş û tarî dixwazin pêvajoyê têk bibin û Sabri û Apo bikin dijminên hev gelo?
Çapemeniya wê wextê digot ku 10 kes çûne da serokê PKKê bikujin lê niha ew jimar bi gotina goya Yeşil daket 5 kesan.