Papa Leoyê 14em gihîst Enqereyê: Yekem serdana wî ya fermî dest pê kir

Dîroka Weşanê :
Papa Leoyê 14em gihîst Enqereyê: Yekem serdana wî ya fermî dest pê kir

PeyamaKurd – Papa Leo 14em, di çarçoveya yekem serdana xwe ya derveyî welêt de, îro nîvro gihîşt paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê. Balafira Papa saet 12:23an li Balafirgeha Esenbogayê daket.

Li balafirgehê, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy û rayedarên din pêşwaziyeke fermî li Papa kirin.

Bernameya serdanê

Papa Leo 14em ku li ser vexwendina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye Tirkiyeyê, dê li Enqereyê hevdîtinên fermî pêk bîne. Piştî Tirkiyeyê, tê payîn ku Papa derbasî Lubnanê bibe.

Heyeteke bilind pê re ye

Di vê serdanê de heyeteke girîng a Vatîkanê jî amade ye:

  •   Kardînal Pietro Parolin,
  •  Wezîrê Karên Derve Serpiskopos Paul Richard Gallagher,
  • Zêdetirî 70 rojnamevanên navneteweyî.