Amerîkayê êrîsa Kormorê bi tundî sermezar kir: Em pistevanê Kurdistaneke bihêz in

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê êrîsa Kormorê bi tundî sermezar kir: Em pistevanê Kurdistaneke bihêz in

PeyamaKurd- Amerîkayê êrîşa ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û ragihand ku, ew êrîş ji aliyê komên çekdar ên neqanûnî ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de bêyî navê Îranê were gotin, hate diyarkirin ku ew komên êrîşkar ajandeya dijminane ya derve dişopînin.

Di daxuyaniya ku îro 27ê Mijdarê bi navêv Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya hatiye belavkirin de hate gotin: “Bila pir eşkere be ku cihê van komên çekdar di Iraqeke serwer tune ye. Amerîka tekez dike ku piştgiriyê dide bizavên hikûmeta Iraqê di vî warî de.”

Mark Savaya got: “Amerîka herwiha hişyariyê dide ku, hemû komên çekdar ên neqanûnî û yên ku piştgiriyê didin wan dê bên şopandin, em dê rû bi rû bibin û lêpirsîn dê were kirin.”

Savaya li ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî piştgiriya xwe ji bo Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Iraqeke yekgirtî û aram de tekez kir got ku ew hikûmeta Bexdayê û ya Hewlêrê teşwîq dikin hevahengiya xwe ya ewlehiyê kûrtir bikin û ji bo parastina jêrxaneyên girîng ên aborî û enerjiyê yên welat zêdetir bikin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê dawiyê jî li ser navê Amerîkayê pabendbûna xwe ya neguher ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê di pêşxistina şiyanên parastinê û avakirina hêzên neteweyî de ji bo parastina çavkaniyên Iraqê, parastina serweriya welat û piştrastbûna ji ewlehî û aramiya hemû welatiyan tekez kir.